Şêniyên Dirbêsiyê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiya Rojhilata Navîn e

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya vîna gelê Kurd dike û pêşniyarên wî daxwazên gelan ên ji bo aştiyê nîşan didin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiya Rojhilata Navîn e
20 ÇILE, 2025   03:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê der barê hevdîtina şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan a Bakurê Kurdistanê (DEM-Partî) ya li Îmraliyê bi Rêberê Abdullah Ocalan re, ji ajansa me re axivîn.

'RÊBER ABDULLAH OCALAN NÛNERTIYA ME DIKE'

Şêniya bi navê Diyana El Ebdullah der barê mijarê de got: "Dewleta Tirk a dagirker di nava krîzeke navxweyî de ye û fêm kir ku çareserî di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye, ji ber vê yekê rê dide ku bi wî re hevdîtin çêbibin. "

Her wiha Diyana got: "Me nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên zelal xwendine û têgihiştne. Wî destnîşan kir ku çareseriya li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diyalogê ye. Nêrînên Rêbertî banga aştî û azadiyê dikin. "

Diyana wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya me dike, fikrên wî jî daxwazên me yên aştiyê temsîl dikin. Hemû serkeftinên ku me bi dest xistine bi saya fikrên wî ne. Divê dewleta Tirk a dagirker daxwazên Rêbertî baş fêm bike û li gorî wan tev bigere ku aştî pêk bê. "

 ‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ RÊYA ÇARESERIYÊ YE’

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Ebdurehman jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê radigihîne û hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re hêsan dike, lê di heman demê de êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser gelê Kurd zêde dike. Gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê yekgirtî ye û bi biryar e li hember êrişên dagikeriyê li ber xwe bide."

Her wiha Ebdurehman berdewam kir û  got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya vîna gelê Kurd dike, projeya neteweya demokratîk a ku wî pêşkêş kiriye xwestekên gelan pêk tîne, lewma divê hêzên navneteweyî girîngiyê bidin fikrên Rêbertî û projeya wî ya demokratîk."

Ebdurehman wiha dawî li gotina xwe anî: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yek ji rêyên bingehîn ên pêkanîna aştiya li Rojhilata Navîn û pêkanîna xwestekên gelê Kurd û pêkhateyên din e. Lewma divê civaka navdewletî û hêzên cîhanî bikevin nava tevgerê û hewl bidin azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. "

(k)

ANHA