ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-1-2025
20 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya vîna gelê Kurd dike û pêşniyarên wî daxwazên gelan ên ji bo aştiyê nîşan didin.

Jina ku 7 salan li Efrîna dagirkirî jiyaneke biêş û azar derbas kir û karîbû xwe bigihîne taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hewl dide beşek biçûk ji binpêkirin û tawanên li dijî gelê Efrînê û erdnîgariya wê ya dagirkirî, vebêje.

Siyasetmedar Selah Derwêş bang kir ku divê li Sûriyeyê nenavendîbûna siyasî pêk bê û got pêkanîna pergala navendî wê rejîma nû, weke rejîma berê, ber bi dîktatoriyê ve bibe, her wiha Tirkiye jî dixwaze hegemonya xwe li ser Sûriyeyê firehtir bike.

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên li dijî Bendava Tişrîn û bandorên wan de li navenda Rêveberiya Xweser daxuyaniyekê didin, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, xelkê bajarê Kobanê li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyekê dide, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên Efrînê yên li bajarê Helebê bi boneya salvegera 7ˋemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ya dagirkirî meşekê li dar dixe, meş ji pêş hola civînan a 8ˋê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, (12:00). Her wiha li Tebqayê jî bi heman boneyê meşek di heman saetê de jî tê lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li pêş baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li bajêr, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî çalakiyekê li dar dixe û nameyeke protestoyê radestî Koalîsyona Navneteweyî dike, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê ji Çerxerêya Jina Azad ve dest bi meşekê dikin, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Yekitiya Parêzerên kantona Cizîrê û Meclisa Edaletê li pêş avahiya Edaleta Civakî daxuyaniyekê didin, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN