ˋDivê êrişên dijî Bendava Tişrînê tavilê bên sekinandinˊ

Welatiyê ji kantona Tebqayê yê ku tevî xelkê kantona xwe berê xwe daye Bendava Tişrînê banga bidawîkirina êrişên artêşa Tirk a dgairker û çeteyên wê yên li dijî bendavê kir û got ger êriş bidomin wê bendav hilweşe û bi xwe re karesatan bîne.

ˋDivê êrişên dijî Bendava Tişrînê tavilê bên sekinandinˊ
8 ÇILE, 2025   16:13
TEBQA

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê bênavber didomin. Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku xeteriya hilweşîna bendavê zêde dibe û li gorî vê yekê bi sedan xelkê kantona Tebqa li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê kom bûn û berê xwe da Bendava Tişrînê da ku ji bo rawestandina êrişên li ser bendavê çalakiyekê li dar bixin.

Beriya çend kêliyan welatiyê bi navê Ebdulmutelib El Betran ê ji Tebqayê got pêkahteyên Tebqa tevahî ji bo rawestandina êrişên li dijî bendavê berê dane bendavê.

El Betran hişyar li ser hilweşîna bendavê da û got: "Divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Bendava Tişrînê bi dawî bikin. Ji ber ku, eger êriş dewam bikin, dê bendava hilweşe û dê bi xwe re li dijî gund û xelkê karesatan bîne."

Vê sibehê xelkê kantonên Cizîr, Tebqa, Reqa û Firatê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe Bendava Tişrînê.

(fr)

ANHA