Tevî hemû êrişan jî bi hezaran kes dimeşin Tişrînê

Bi hezaran kesên ku ber bi Bendava Tişrînê ve derketibûn rê, tevî êriş û bombebaranên dagirkeran jî, ji wesayîtên xwe peya bûn û ber bi bendavê ve dest bi meşê kirin.

Tevî hemû êrişan jî bi hezaran kes dimeşin Tişrînê
8 ÇILE, 2025   16:27
TIŞRÎN

Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê îro ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê. 

Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama êrişê de ji gel birîndar çêbûn.

Lê tevî hemû êriş û bombebaranan jî, bi hezaran kes di meşin bendavê.

Welatiyên ku ji wesayîtan peya bûn, ber bi bendavê ve dest bi meşê kir.

Meş bi dirûşmeyan didome.

(a)

ANHA