Dewleta Tirk a dagirker gelê diçe Tişrînê bombebaran kir: Şehîd û birîndar hene

Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker, karwanê wesayîtên gel ku diçûn Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gelê diçe Tişrînê bombebaran kir: Şehîd û birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker gelê diçe Tişrînê bombebaran kir: Şehîd û birîndar hene
8 ÇILE, 2025   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê îro ji bo parastina Bendava Tişrînê û dijberiya şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê. 

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji hewayî û bejahî êrîşî herêmê dikin, karwanê wesayîtên gel jî kirin hedef.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku karwanê wesayîtan ê gel, ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta dagirker ve hatine bombebarankirin.

Hat gotin ku di êrişê de şehîd û birîndar çêbûne.

(a)

ANHA