ˋDanûstandinên Îran-Amerîka yên li Umanê erênî derbas bûnˊ

Danûstandinên nukleerî yên Îran-Amerîkayê yên li Seltenet Umanê di nava atmosfêreke erênî de bi dawî bûn.

ˋDanûstandinên Îran-Amerîka yên li Umanê erênî derbas bûnˊ
6 sibat, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên fermî yên Îranê daxuyand ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li Seltenet Umanê bi navbeynkariya Umanê pêk hatin bi dawî bûn. 

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê, "Gera nû ya ji danûstandinên nukleerî yên Îran-Amerîkayê ku vê sibehê li Mesqetê dest pê kirin, bi dawî bûn."

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî da zanîn ku danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re di "atmosfêreke pir erênî" de derbas bûn û diyaloga li Mesqetê pêk hatiye bi "baş" wesif kir û got "ev destpêka rêveçûna danûstandinên di navbera her du aliyan de ye."

(fr)