‘Em dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe’

Koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê daxwaz dikin ku bi rûmet û şertên guncaw vegerin herêmên xwe.

‘Em dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe’
‘Em dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe’
‘Em dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe’
‘Em dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe’
‘Em dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe’
7 sibat, 2026   05:05
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Li bajarê Girke Legê bi sedan koçberên gundewarên Efrîn û Serêkaniyê li dibistanan dimînin. Her wiha koçberên ku ji ajansa me re axivîn, diyar kir ku ev 8 sal e têkoşîna ji bo vegera birûmet û jiyana ewle dikin.

Nûrşan Hebşo diyar kir ku ev bû 3 car ew ji ber êrişan koçber dibin û got: “Em ji bajarê Serêkaniyê ne, niha li dibistanên bajarê Girke Legê dimînin. Xelkê Girke Legê bi manewî û madî bi me re bûn alîkar.”

Ehmed Ezîz ji diyar kir ku ji ber şert û mercên koçberiyê gelek pirsgirêkên wan ên tenduristî çêbûne û got: “Rewşa tenduristiyê ya koçberan her ku diçe xirabtir dibe. Em bang li aliyên têkildar dikin ku lihevkirina 30`yê Çileyê pêk were û em bi ewle vegerin malên xwe.”

Semîr Xelîl diyar kir ew çar caran koçber bûne û wiha got: “Piştî çeteyan Efrîn dagirkirin em neçar man ku dev ji mal û mulkên xwe berdin.  Niha jî Em bang li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku bi me re bibin alîkar û em vegera me garantî bibe.”

Mehmûd Hebşo jî anî ziman ku koçber di şert û mercên zehmet de dijîn û ew dixwazin bi rûmet vegerin malên xwe.

 ANHA