Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor bijîşkên Başûr xelat kirin

Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê û Heyva Sor a Kurd şandeya bijîşkên ji Başûrê Kurdistanê hatibû Rojava da ku alîkariyên mirovî û tibî pêkêşî koçber û birîndaran bikin, xelat kir.

6 sibat, 2026   17:36
QAMIŞLO

Şandeyek bijîşkan ku ji 19 bijîşkên ji bajarên Silêmanî û Hewlêrê yê Başûrê Kurditanê pêk tê di 1ˊê Sibatê de, bi armanca pêşkêşkirina alîkarî û xizmetên tibî û mirovî ji bo koçber û birîndaran, gihîşt Rojava.

Şande 2 rojan li bajarê Dêrikê  xebat kir, serdana navendên demkî yên koçberan kir, rewşa birîndar û pêdiviyên wan ên tenduristî şopand. Piştre berê xwe de bajarê Qamişloyê, li wir jî 2 rojan ma, serdana navendên tenduristiyê û navendên demkî yên koçberan, serdana Navenda Heyva Sor a Kurd û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Cizîrê kir.

Di serdan û gera şandeyê de, bijîşkan koçberên nexweş derman kirin, li gorî pêdiviyan derman li wan belav kirin. Ev gav, ji bo sivikkirina zehmetiyên kesên zirardîtî û piştevaniya beşa tenduristiyê ya herêmê bû.

Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd îro, ji bo erk û misyona şandeya bijîşkan û hewldanên wê yên mirovî û bijîşkî ku di hefteyekê de ji bo xizmeta gelê Rojava pêk anîne, şande xelat kir.

Wê bijîşk îro berê xwe bidin bajarê Dêrikê, da ku sibe derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

(fr)