ˊTu şandeyek Urdinê di vê dawiyê de serdana Siwêdayê nekirinˊ

Berpirsên Parêzvanên Niştîmanî û şêxên Durzî yên Siwêdayê tu şandeyek Urdinê di vê dawiyê de serdana herêmê nekirine û hişyarî ji gotegotên plankirî yên bi armanca tevliheviya hundirîn û têkbirina îstîqrarê da.

ˊTu şandeyek Urdinê di vê dawiyê de serdana Siwêdayê nekirinˊ
16 mijdar, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Hêzên Parêzvanên Niştînanî, şêxên Durzî û Serokatiya Taîfeya Ruhanî ya Muslimanên Miwehidîn a Durzî ji ajansa me re diyar kir ku tu kesan an jî şandeyekê ji Urdinê di van çend rojên dawî de serdana herêmê nekirine û ne jî di siberoja nêz de û destnîşan kir ku gotegotên hatine kirin "dûrî rastiyê ne."

Heman berpirsan aşkera kir ku armanca aliyên ku van gotinan belav dikin ew e ku tevliheviyeke hundirîn û parçebûnan çêkin û da zanîn ku ev "hewldanên plankirî ji bo bandorkirina helwesta giştî ye."

Di dawiyê de hat destnîşankirin ku ev hemle di çarçoveya planeke sîstematîk ku ji aliyên îstîxbaratî, bi taybet Tirkiyeyê pêk tên de ye û armanc ew e ku gotegot werin belavkirin û îstîqrarî were têkbirin. Berpirsan hişyarî ji çûna pey agahiyên derew da.

(ac/fr)

ANHA