ʹLi dijî Hizbullah, Îsraîl derbasî qonaxeke nû ya şer bûyeʹ

Piştî sekretê giştî yê Hizbullaha Lubnanê diyar kir ku partiya wî li ser astên ewlehî û mirovî derbeyeke mezin xwariye, wezîrê Parastinê yê Îsraîlê anî ziman ku dê êrişên Îsraîlê li dijî Hizbullaha Lubnanê dewam bikin.

ʹLi dijî Hizbullah, Îsraîl derbasî qonaxeke nû ya şer bûyeʹ
19 îlon, 2024   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant diyar kir ku asta êrişên Îsraîlê li dijî Hizbullaha Lubnanê dê dewam bikin û qonaxa nû ya şer xwe dispêre derfetan, lê xeternak in.

Yoav Galant destnîşan kir ku Hizbullah têkçûyînê hîs dike û dê rêzeêrişên wan ên leşkerî dewam bikin. Galant got armanca wan ew e ku bi awayekî ewle şêniyên bakur vegerînin malên wan û dê bi demê re Hizbullah berdêlekî giran bide.

(mh)