ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 9 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 9 – 2024
20 îlon, 2024   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, red kirin û diyar kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê got ew nahêlin PDK bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker nirxên nîştimanî yên gelê Kurd binpê bike.

Salih Muslim diyar kir ku PYD partiyeke dogmatîk nîn e, lê partiyeke dînamîk e ku li gorî pêwîstî û geşedanên rû didin tev digere. Muslim anî ziman ku PYD’ê amade ye pêşengiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî  bike.

Hiqûqnas Xalîde Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi sûcên li Efrînê dikin, mafên mirovan binpê dikin û êrişa li gundê Kaxirê wek mînak nîşan da û got divê dewleta Tirk û çeteyên wê li gorî hiqûqa navneteweyî bên cezakirin û hesab jê bê xwestin.

Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bi diruşma ʹAzadî ji Zarokatiyê dest pê dikeʹ li Qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Festîvala 4ʹan a Zarokatiyê li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)