Nesrullah: Partiya me derbeyeke mezin xwar

Sekreterê giştî yê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nesrullah ragihand ku teqandina cîhazên banglêkirinê û bêtêlan bi êrişa terorane wesif kir û got ew bi xwe re ragihandina şer tine.

Nesrullah: Partiya me derbeyeke mezin xwar
19 îlon, 2024   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nesrullah ragihand ku partiya wan di aliyên ewlekarî û mirovî de derbeyeke mezin xwar û diyar kir ku dê partî vê ezmûnê bi serbilindî derbas bike.

Nesrullah diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên bi cîhazên banglêkirinê û bêtêlan xetên sor derbas kirin û ev êriş dikevin xana ragihandina şer.

Nesrullah anî ziman ku li gel dijmin aliyê teknolojîk xurt e, ji ber ku Amerîka û NATO piştgiriya wê dikin.

Nesrullah destnîşan kir ku  piştî êrişên dawîn li lubnanê zexteke mezin li nexweşxaneyên Lubnanê heye û dê hejmarên rastîn ên qurbaniyan bi demê re aşkera bin.

Nesrullah aşkera kir ku tiştê rû daye di asta herêmê û cîhanê re caran pêk nehatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên sêşem û çarşemê de ji ber teqînên cîhazên banglêkirinê û bêtêlan zêdetirî 3 hezar kes birîndar bûn û 37 kesan jî jiyana xwe ji dest da. Hizbullah û dewleta Lubnanê Îsraîl li hemberî vê yekê berpirsiyar dibîne.

(mh)