Zelensky: Armanc ji kontrolkirina Kursk bidawîkirina şer e

Serokê Ukraynayê ragihand ku kontrolkirina herêma Kursk a Rûsyayê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve bi armanca bidawîkirina şer li gorî mercên Kiêvê ye

Zelensky: Armanc ji kontrolkirina Kursk bidawîkirina şer e
22 tebax 2024   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku kontrolkirina herêma Kursk a Rûsyayê beşek ji plana bidawîkirina şer a li gorî mercên Kievê ye.

Zelensky diyar kir ku ketina artêşa Ukraynayê di 6'ê Tebaxê de li rojhilatê Rûsyayê beşek ji pêvajoya bidawîkirina şer e, lê li gorî mercên Ukraynayê yên serbixwe ye.

Her wiha, Rûsyayê îro ragihand ku wê bajarokekî nû li rojhilatê Ukraynayê li nêzî bajarê Pokrovsk ê stratejîk kontrol kir.

 (mh)