Li Tebqayê bazirganekî hişbirê hat girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Tebqa û gundewarê wî yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bazirganekî hişbirê girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Tebqayê operasyoneke ewlehiyê li dar dixe, di operasyonê de bazirganekî hişbirê hat girtin. Hêzan der barê vê yekê de daxuyaniyek da û wiha ye:
"20’ê Tebaxê, hêzên me yên dijî madeyên hişbirê li bajarê Tebqa û gundewarê wê bi operasyoneke ewlehiyê bazirganekî hebên hişbirê girt.
Hêzên me kemîn danî, kesê gûmanbar binçav kir û di destê wî de ev tişt desteser kirin:
Hezar û 361 hebên kaptagon
4 hebên Zolam
Çekeke nêçîrê
Alavên bo bikaranîna hişbirê
Hêzên me yên têkoşîna dijî madeyên hişbir operasyonên xwe li dijî vê pandemiyê dewam dikin. Da ku ev nexweşî ji nav civakê bê rakirin."