Zeheb a 4 salî bi xwedina helbestan balê dikişîne

Zeheb a 4 salî helbestan dixwîne, heta niha beşdarî gelek çalakiyên helbestxwendinê bûye û bala gelek kesan kişandiye.

Zeheb a 4 salî bi xwedina helbestan balê dikişîne
6 tîrmeh, 2025   05:06
TEBQA

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê di dawiya Hezîranê û destpêka Tîrmehê de Festîvala Aştiyê ya Zarokan li dar xistibû. Di festîvalê de zarokeke 4 salî bi navê Zeheb El Mihemed bi cilên neteweyî li ser dikê helbestek li ser bajarê xwe Reqayê xwend. Zehebê bi xwendina xwe ya xweş bala temaşevanan kişand. Zeheb ku beşdarî Festîfala Duyemîn a Aştiyê ya Zarokan jî bûbû.

Bavê Zehebê Wîsam Mihemed diyar kir ku dema temenê wê 2 sal û nîv bû, ji ber wê teqlîda xwişkên xwe yên mezin dikir, wan jêhatîbûna wê di vê warî de dît.

Li gorî bavê wê, xwişkên wê helbesteke helbestvan Şelal El Hesen didanê, lê tevî ku pirsgirkên wê yên bilêvkirinê hebûn jî lê gelekî zû ew helbest ezber dikir.

Mihemed destnîşan kir ku Zeheb niha helbesteke helbestvan Nîzar Qebanî ezber dike da ku di Festîvala Zarokan a Reqayê de bixwîne. Her wiha bi bîr xist ku Zeheb beşdarî gelek festîvalên zarokan, wekî Festîvala Zarokan û Festîvala Yekemîn a Wêjeyê ya li Reqayê, çalakiyên li dibistanê bûye û got: "Ev hemû encama hezkirina wê ya ji bo xwendina helbestan e.”

Wîsam Mihemed anî ziman ku vegotina helbestan alîkariya ziman dike ku şaştiyê zimanî û lalbûnê radike û got: "Zeheb her çi qasî helbestan ezber dike hêza wê ya bilêvkirina bi awayekî rast zêde dibû. Pêşketina wê di bilêvkirinê de di baweriya wê bi xwe û têkiliya wê ya civakî bi hevalên xwe re jî xurttir kir."

Bavê Zehebê rêbazeke taybet ji bo fêrkirina wê dimeşîne got: "Pêşî em helbestên klasîk dest pê dikin. Dema ku ew tê de serbest dibin, em wan bi helbesta gelêrî ya Firatê didin nasîn, da ku nasnameya wan a çandî bi awayekî xurt di kesayetiya wan de cih bigire. Ev hewldan ji hêla Nivîsgeha Wêjeyê ya Navenda Çand û Hunerê ya li Reqayê ve tê piştgirî kirin.

Têgehên taybet ên zaravayê Reqayê yên helbestan meraqa Zeheb vedikin û wateyên wan têgehan dipirse ku ev yek zimanê wê dewlemend dike.

(ac)

ANHA