Jinên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye

Jinên ji Efrînê yên li Hesekê dimînin, di rewşên dijwar re derbas dibin. Ev zehmetî bi zêdebûna pileyên germahiyê re mezintir dibin. Lê jinan dev ji berxwedana xwe bernedaye û zehmetiyên heyî ji bo vegera wan bûne sembola rûmet û têkoşînê.

Jinên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
Jinên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
Jinên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
Jinên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
Jinên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
6 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên ji Efrînê yên koçber ku li Hesekê bi cih bûne, di rewşên zehmet û dijwar re derbas dibin. Jin têkildarî mijarê ji ajansê me re axivîn.

Meryem Mûsa ku 7 sal li Şehbayê di nava konên penaberiyê de derbas kiriye, lê di dawiya sala 2024'an de ji Şehbayê koçberî Hesekê bûye, got: “Ne tenê zehmetî li Şehbayê hebû, li vir jî gelekî zehmetî hene, kehrebe û av zêde nayê peydakirin. Em tiştekî ji kesekî naxwazin, em dema li Efrînê mal û milkên me hebûn, darên me yên zeytûnê hebûn. Em tiştekî naxwazin, tenê em dixwazin bi ewle vegerin Efrînê.”

Medya Henan yek ji koçberên Efrînê ye, diyar kir ku di hemû aliyên jiyanê de zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: “Havîn û zivistanan gelekî zehmet e. Em di milê kehrebe û avê de zehmetiyan dikişînin û zêde nayê peydakirin. Zarok nexweş dibin lê cihên tenduristiyê nîn in, nexweşxane jî ji cihê me dûr in û em zehmetiyên madî jî dikişîn.”

Medyayê diyar kir ku li Efrînê hîna kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker didomin û şêniyên resen her roj rastî tundiyê û kiryaran tên, 19'ê Hezîranê li bajarê Cindirêsê zarokê bi navê Mistefa Şêxo hat kuştin û got: “Dibêjin ewlehî heye, ka ewlehî? Koçberên Efrînê venagerin Efrînê heya ku çete ji Efrînê dernekevin.”

‘TÊKOŞÎNA ME JI BO VEGERA LI EFRÎNÊ YE'

Bêrîvan Hisên ku 7 salan li Şehbayê maye, hêviya xwe ya ji bo vegera li Efrînê anî ziman û wiha got: “Germahiya havînê me li Şehbayê dît, niha jî li Hesekê. Tenê daxwaza me ew e em careke din vegerin warê xwe.”

Endama Komîteya Koçberên Efrîn û Şehbayê ya bajarê Hesekê Hevîn Reşîd têkildarî rewşa jinan diyar kir ku piştî Şehba hate dagirkirin, gelê Efrînê berê xwe da Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hevîn Reşîd destnîşan kir ku rêveberiyên koçberan û şaredarî bi hev re dibin alîkar, da ku alîkariya koçberan bikin di her milekî de û wiha got: "Em weke komîteya penaberên Efrînê bi hemî saziyên navnetewî û rêxistinên navnetewî re di nava têkiliyê de da ku zehmetiyên heyî derbas bibin."

Hêvînê wiha behsa zehmetiyên di qada tenduristiyê û perwerdeyê de jî kir: “Zarokên efrînî jî dema ji Şehbayê koçber bûn û bi hatina wan a vê herêmê re gelek ji wan rastî zehmetiyan hatin û neçûn dibistanê, ji ber vê jî di sala bê ya xwendinê de dê alîkariya xwendekaran jî bê kirin. Ji bo tenduristiyê jî di nava cihê ku koçber lê dijî de nuqteyên tenduristiyê tune ne. Nexweşxaneyên heyî ji cihê wan gelekî dûr in. Em ê bi Hevya Sor a Kurd re têkevin nava têkiliyê da ku em nuqteyên tenduristiyê ava bikin."

Hêvînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi erka xwe rabe û kiryarên li Efrînê bide rawestandin. Tevahî koçberên li Sûriyeyê vegeriyan cih û warên xwe, lê tenê koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mane. Em jî li vir tê dikoşin, heya ewlehî pêk neyê, em venagerin."

ANHA