Panorama hefteyê: Fedralîzm çareya herî guncaw ji bo herêmê ye

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li dijî mafên bawerî û olan û çandên cuda binpêkirinên zêde bûne, li kêlek wê jî digel aloziya herêmî û navneteweyî axaftina xwe li ser Rojhilata Navîn a Nû jî zêde dibe, di heman demê de jî êdî çareseriya pirsgirêk Kurd bi rêya pergala federalîmzê çareya herî guncaw e.

Panorama hefteyê: Fedralîzm çareya herî guncaw ji bo herêmê ye
6 tîrmeh, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên di hefteya borî de behsa binpêkirinên li herêmên bi bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, encamên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, çareserkirina pirsgirêka Kurd, kir.

‘HILWEŞANDINA ‘PEYKERÊ ŞEHÎDAN’ BÛ SEDEMA NÎQAŞÊN LI SER NÊZÎKATIYA DESTHILATÊ’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rûxandina peykerê li Meydana Saadallah El Cabrî ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Hate gotin: “Rûxandina Peykerê Şehîdan li Meydana Saadallah El Cabrî ya li navenda Helebê ku sembola bajêr e, di nav Sûriyeyan de li ser medyaya civakî nîqaşeke berfireh derxist holê. Der barê vê bûyerê de nirxandinên cuda derketin. Rayedarên herêmî îdia kirin ku di dema veguhastina wê de şaştiyek teknîkî çêbûye, lê hinên din jî îdia kirin ku rûxandina peyker bi zanebûn û ji ber sedemên olî bûye, ji ber ku peyker ne li gorî nêzîkatiya hikûmeta nû ye."

Rojnameyê destnîşan kir ku, li gorî dîmenan, êvara çarşemê maşîneyekê hewl da bi kabloyan peykerê bi awayekî bêserûber rake û bikşîne, di encamê de beşa jorîn a wê şikest û ket erdê.

Hate diyarkirin ku çalakvanan nerazîbûn nîşanî hilweşandina peykerê  ku ji bo niştecihên bajêr xwedî girîngiyeke sembolîk a mezin e. Hate diyarkirin ku hin din jî îdia kirin ku hilweşandin bi zanebûn hatiye kirin, lê Rêveberiya Şûnwar û Muzeyan a Helebê ev îdia derewandin.

‘ALA HTŞ’Ê LI GEL ALA NÛ YA SÛRIYEYÊ… FIKARÊN LI SER SIBEROJA WELÊT ZÊDE KIRIN’

Rojnameya Independent Arabia bal kişand ser bilindkirina ala Heyet Tehrîr El Şam li kêleka ala nû ya Sûriyeyê û berketên gel ên li hemberî vê yekê. Hate gotin, ev tevger li kolana Sûriyeyê nerazîbûnek berfireh derxist holê. Hate diyarkirin ev dijberî ne tenê siyasî ye, lê di heman demê de sembolîk e jî.

Li gorî rojnameyê, tenê hildana aleke din li kêleka ala Sûriyeya nû bes bû ku pêlek nerazîbûnê bide destpêkirin. Opozîsyon hişyar e, ya girîngtir haydar e û xebata HTŞ’ê, tîmên wê yên operasyonê û hikûmeta nû bi çavê kesekî ku dixwaze guhertinek rastîn misoger bike, ne tenê guhertina navan, dişopîne.

Rojnameyê hin nerazîbûnên hin welatiyan ên di parvekirinên wan li ser medyaya civakî jî weşandin.

ŞERÊ ÎRAN -ÎSRAÎL

Rojnameya Şerq El Ewsat jî dosyaya şerê Îran-Îsraîlê û agirbest ji aliyê Turmp ve hatiye ragihand, nirxand.

Hate diyarkirin ku armanc ji vî şer wêrankirin an jî betalkirina bernameya nukleerî ya Îranê bû. Rojnameyê îşaret bi kuştina hejmarek zaynarên nûleerî yên Îranê kir. Rojnameyê bal kişand ser destwerdana DYA’yê ya di şer de jî û diyar kir ku armanca destwerdana DYA’yê ew bû ku Îsraîlê di wêrankirina tesîsên asê yên nukleerî yên Îranê yên çiyayan bêçar bû û wiha hat domandin "li gorî texmînan, dibe ku agirbesta heyî demek dirêj dewam neke, ji ber ku domandina çalakiyên dewlemendkirina uranumê, dê êrişên Îsraîl an DYA’yê hewce bike.  Li gorî texmînên din jî, tiştê ku di şerê 12 rojan de qewimî, bêyî ku behsa şerekî germtir bikin, dê ji b

 ‘PIRSGIRÊKA KURD Û HEVKÊŞEYÊN ŞER Û AŞTIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN’

Rojnameya El Şerq El Ewset der barê rewşa aloz a pirsgirêka Kurd de nivîsî û diyar kir ku ew pirsgirêk rastî astengiyên mîna "serweriya neteweyî ya dewletan, nasname, şerê li dijî terorîzmê û berjewendiyên jeopolîtîk ên herêmî û navneteweyî" tê. Rojnameyê nivîsî ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên siyasî yên herî tevlihev a Rojhilata Navîn e, ji ber ku ew girêdayî mijarên navxweyî û derve yên pir hesas e.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser helwestên navneteweyî yên li ser pirsgirêka Kurd. Rojnameyê diyar kir: "Tirkiye her hebûneke serbixwe ya Kurdan li Iraq an Sûriyeyê wek bingeha dewleteke Kurdan dibîne ku dikare hestên cudaxwaziyê di nava Tirkiyeyê de geş bike...”

Îran jî ditirse "ew ezmûna herêma Kurdistana Iraqê ber bi Îranê ve here û dixwaze Kurdistana Iraqê her qels bimîne.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekitiya Ewropayê û piraniya hêzên navneteweyî encamên referanduma serxwebûnê qebûl nekirin, bi hinceta parastina yekitiya Iraqê.

Li gorî rojnameyê; "çareseriya rastîn û demkî ew e ku modeleke federal an konfederal were pejirandin ku mafên çandî, siyasî û aborî yên berfireh bide Kurdên li Iraq, Sûriyeyê, Tirkiye û Îranê, bêyî ku yekitiya dewletên heyî têk bibe.”