YRK’ê şehîd Argêş Hewraman bi bîr anî

Fermandariya YRK’ê şehîd Argêş Hewraman bi bîr anî û diyar kir “Em ê heta dawiyê pîvanên ku şehîd Argeş ji bo xwe esas digirtin û mezin dikirin, ji bo xwe esas bigirin.”

YRK’ê şehîd Argêş Hewraman bi bîr anî
26 nîsan, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi peyamekê şehîd Argêş Hewraman ku di 22’yê Adaraê de li herêma Xakurkê şehîd bûbû, bir bîr anî.

Peyama YRK’ê wiha ye:

“Di serî de em wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê bi bihîstina şehadeta şehîd Argeş Hewraman em gelekî xemgîn bûn û heta dawiyê bi êşa gelê xwe yê Hewramanê re ne û ji malbata hevrê Argeş Hewraman re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Argeş Hewraman bi hestê ku ji roja ewil gerîlayan nas dike û heya dawiyê bi wî hestê jiya. Ew hest ji bîr nekir û berovajî wê weke gerîlayekî girêdayî xeta Apoyî her tim di kesayeta xwe de mezin kir û da jiyankirin.

 Şehîd Argeş di nava xebatên Rojhilatê Kurdistanê de xwedî wê kesayetê bû ku nêzî 10 salan kar û xebat da meşandin û di nava wan salan de di nav dilê her kesî de xwe bi cih kir û fikir û felsefeya Rêber Apo bê dûdilî ji bo her kesî belav kir. Bêyî ku rawestandinê bizanibe şev û roj kar kir, bibû aşiqê jiyana gerîlayan û her tim li cihên herî zehmet gerîlatî kir.

Şehîd Argeş xwedî wan taybetmendiyan bû ku fedekar û kedkar bû û di nav jiyanê de her tim dilnizim û mutewazî bû. Bi çanda ji malbat û herêma Hewramanê girtibû, bi naskirina Rêber Apo re her tim mîna derwêşekî jiyan kir û pîvanên yek loqme, yek xirqe ji bo xwe kir pîvan û bi vî awayî di nav şertên herî dijwar de jî bi manewiyateke pir mezin jiyan kir û pê bawer kir.

Em pir baş dizanin ku hemî kesên ku şehadeta Şehîd Argeş bihîstine gelekî xemgîn bûne. Weke hevrêyên şehîd Argeş Hewraman em ê heta dawiyê pîvanên ku Şehîd Argeş ji bo xwe esas digirt û di xwe de mezin dikir ji bo xwe esas bigirin, em ê her tim sekin û dilgermiya bêhempa ya Şehîd Argeş ji bo xwe esas bigirin. Di nav refên me de keda bêhempa û hezkirina bêdawî ya li beranberî jiyana gerîla ya Şehîd Argeş Hewraman wê tu caran neyê jibîrkirin. Heta dawî em ê lê xwedî derkevin û jê re layiq bibin.

 Li ser vî esasî em careke din ji malbata hevrêyê xwe Argeş Hewraman û ji hemû herêma Hewramanê ya welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Heta dawî em ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin û kesayetên bi vî rengî wê tu carî di nava refên me de neyên ji bîr kirin.”