Ji bo bidawîkirina şer diyalogên Îran û Qeterê didomin.. Girêdana bi şertan heye

Çavkaniyan diyar kir ku dan û stendinên Îran û Qeterê ji bo bidawîkirina şer didomin, ji hêla Amerîkayê ve behsa xebatên dîplomasî tê kirin, Îran hişyariyan dide, der barê înîsiyatîfên ji bo kêmkirina asta rageşiyê û vekirina Tengava Hurmizê nakokî hene.

Ji bo bidawîkirina şer diyalogên Îran û Qeterê didomin.. Girêdana bi şertan heye
1 mijdar, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navbeynkariya Qeterê, li Dewhayê Îranê ji bo bidawîkirina şer li Kendavê di çarçoveya xebatên dîplomasî ya bi armanca rêgirtina ber careke din derketina êrişên leşkerî dan û stendin kirin, ev rêzecivîn piştî diyalogên dûvdirêj ên  ku li Tehranê di navbera berpisyarên Îranî û Qeterî yak u zêdetirî 12 saetan dewam kir, li gorî agahiyên ku Reuters dane ev dan û stendin bi koordîneya Washintonê pêk tên.

Li Washintonê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da zanîn ku Donald Trump ji bo pêkanîna êrişên nû li dijî Îranê hîn biryar nedaye, rêveberiya Amerîkayê tevî ku li gel xwe rêya leşkerî diparêze jî, lê dixwaze bighêje çareseriyeke dîplomasî.

Di heman demê de Tehran asta zimanê xwe yê hişyarkirinê zêde kir, Murşidê Bilind ê Îranê Mucteba Xaminî bang li hêzên çekdar kir ku ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel amade bin, diyar kir ku her gefxwarinek wê bi berteke tund û demildest were bersivandin. Artêşa Îranê jî ji bo pêşxistina amadekariyên xwe li herêmên Kendavê, Tengava Hurmizê û sînorê Îranê ragihand ku wan rêkarên xwe pêkanîne.

Sekreterê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Musin Rdayiî destnîşan kir ku welatê wê ji bo heke careke din pevçûn rû bide lêkolînên xwe dike, nîqaşa têkildarî dosya nulkleerî ne pêkane, Washinton jî daxwazên Îranê bi cih nanîn.

Çavkaniyeke aşkere kir ku navbeynkarên Qeterî beriya hefteyekê ji bo kêmkirina asta rageşiyê pêşinyara 7 rojan pêşkêş kirine.

Li beramberî vê yekê Tehranê bi înîsiyatîfa taybet a ku ji Îlonê de pêşinyar kiriye ve girêdayî ye.

(sb)

ANHA