YPJ û QSDˊê dîmenên 4 çalakiyên hewayî li Kobanê parve kirin

Dîmenên 4 çalakiyên hewayî ku YPJ û QSDˊê li gundewarê bajarê Kobanê yê kantona Firatê  li dijî komên çeteyên hikumeta demkî kirine hatin parvekirin.

YPJ û QSDˊê dîmenên 4 çalakiyên hewayî li Kobanê parve kirin
27 ÇILE, 2026   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek leşkerî ji ajansa me ANHAˊyê re dîmenên 4 çalakiyên hewayî yên ku şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî komên çete yên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Kobanê yê kantona Firatê kirine, şandin. 

Di dîmenên hewayî de hedefên rasterast ên li dijî komên çete yên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker diyar dibin.

Ev çalakî, digel êrişên berdewam de pêk hatin. QSDˊê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi awayekî dijwarê êrişî gundên Hesekê û Kobanê dikin, li dijî şêniyên wan gundan sûcan pêk tînin. Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSDˊê heta niha çeteyên hikumeta demkî zêdetirî 20 caran agirbest bin pê kirine.

(fr)

ANHA