Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Cizîrê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê nasnameya endamekî xwe yê li ser erka xwe şehîd bû, aşkera kir û diyar kir ku ew li ser şopa şehîdên xwe ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Cizîrê nasnameya şehîdekî aşkera kir
27 ÇILE, 2026   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê li ser erka xwe şehîd bû, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "hevrêyekî me di encama nexweşiyekê de di 25ˊê Çileyê de gihîşt asta şehadetê.

Nav û paşnav: Mihemed Kamil El Meo

Navê dayikê: Zêne

Navê bav: Dêf

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê-1-1-1956ˊan

Cih û dîroka tevlêbûnê: Serêkaniyê 2013ˊan

Cih û dîroka şehadetê: 25-1-2026ˊan.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya malbata Mihemed dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên ku di oxira parastina gel de dane ditewînin. Heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger dibin, em li ser rêça şehîdên xwe ne."

(fr)