Şervanên YPJ û QSDˊê êrişên li ser gundê Sefa yê Çilaxa têk birin

Şervanên YPJ û QSDˊê êrişên vê dawiyê yên çeteyên hikumeta demkî li dijî gundê Sefa yê Çilaxa têk birin.

Şervanên YPJ û QSDˊê êrişên li ser gundê Sefa yê Çilaxa têk birin
27 ÇILE, 2026   01:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek leşkerî diyar kir ku şervanên YPJ û QSDˊê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Sefa yê Çilaxa yê kantona Cizîrê têk birin.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan bi dronan û çekên giran êriş kirin. Lê ev êriş hatin têkbirin.

(fr)