Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn

Meclisa Jinan a PYD'ê paneleke diyalogê li ser rola jinan di avakirina civaka demokratîk de li dar xist.

Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
Li Til Birakê panelek li ser rola jinan hat dayîn
18 îlon, 2025   21:09
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê bi navê "Rola jinan di qonaxa aştî û civaka demokratîk de" li hola nivîsgeha PYD'ê ya bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê li dar xist.

Di panelê de jinên bajêr û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekê ya li ser rola jinan di avakirina civaka komînal de ji aliyê rêvebera Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a PYD'ê Menal Mihemed ve hat nîqaşkirin.

Di panelê de hat diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan divê bermahiyên şeran werin çareserkirin û aştiyeke mayinde were avakirin, ji bo wê jî xebata jinan û berfirehkirina birêxistinkirinê û amadekirina zemîneke qanûnî pêwîst e.

Menal Mihemed diyar kir ku projeya azadiya jinan a Rêber Abdullah Ocalan roleke mezin di rêya rizgariya jinan de lîst.

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a PYD'ê ya kantonê Nede Mihêmid girîngî bi rizgarkirina jinan ji qeydên civakî û xurtkirina wan di aliyê îdeolojî de, da.

Piştre beşdaran nêrînên xwe li ser beşdariya jinan di hemû qadan de parve kirin.

(mh/şx)

ANHA