YE’yê têkidarî êrişên li ser taxên Helebê bang kir

Yekitiya Ewropayê li hemberî êrişên li ser taxên Helebê banga "xwînsarî û aramiyê" kir.

YE’yê têkidarî êrişên li ser taxên Helebê bang kir
8 ÇILE, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya AFP’ê, Berdevkê Serwîsa Têkiliyên Derve yên YE’yê Anour El Anouni di daxuyaniya xwe roja Pêncşemê de diyar kiriye ku Yekîtiya Ewropayê bang li aliyên şer û pevçûnan kiriye ku nehêlin rageşî zêdetir bibin û ewlehiya gelê sivîl were dabînkirin. 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YE, girêdayî peymana 10’ê Adarê ya di navbera rayedarên Sûriyeyê û QSD’ê de ya têkildarî entegrasyona saziyên rêveberiya xweser a ji bo avaniya dewleta nû ya Sûriyeyê, piştgiriyê didin lêgerînên ‘’çareseriyeke aşitiyane û demokratîk.’’

Her wiha hate ragihandin ku tê payîn Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa roja Înê seredana Şamê bikin.