Hikumeta demkî rêya Asreya-Tebqayê girt

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê rêya Asreya-Tebqayê ya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê de girt.

Hikumeta demkî rêya Asreya-Tebqayê girt
8 ÇILE, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku benda kontrolê ya li Çerxerêya El Zekiya ya li nêzî gundê Asreya bi cih bûne, rêya Asreya – Tebqayê ya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê de girt.

Duh bi şev jî ji ber êriş û topbarana çeteyên wê yên li ser bajarê Dêr Hafirê, trafîka li ser rêya Dêr Hafir–Heleb rawestiyabû.

Ajokaran diyar kir ku hêzên hikumeta demkî nehişt ew ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bibin û got hêzên hikumeta demkî bêyî ku sedemekê nîşan bidin ji saet 14.00`an de trafîka li ser rê rawestandiye.

(k)