Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê xebatên xwe didomîne

Yekitiya Şaredariyan a kantona Tebqayê ji sedî 60 ji projeyên xwe yên qîrkirina rêyan bi dawî kirine û xebatên sererastkirina kanalîzasyonan û torên ava vexwarinê, didomîne.

Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê xebatên xwe didomîne
Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê xebatên xwe didomîne
Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê xebatên xwe didomîne
Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê xebatên xwe didomîne
1 cotmeh, 2024   06:10
TEBQA

Yekitiya Şaredariyan a kantona Tebqayê xebatên qîrkirina rêyan, kanalîzasyonan û torên ava vexwarinê yên di plansaziya sala 2024'an de, didomîne.

Ji bo qîrkirina rêyên sereke û şaxî yên bajarê Tebqayê yekitiyê 10 hezar metredam qîr veqetand.

Di projeyên qîrkirinê de 22 kolan û rê bi stûrbûna 7 santîmetre bi dirêjiya giştî 10 kîlometreyan, tên qîrkirin.

Serokê Nivîsgeha Fenî ya yekitiyê Mihemed El Esker diyar kir ku wan xebatên xwe li 8 kolanan (6 hezar metredam) bi dawî kirine û ew li gorî plansaziyê qîrkirina 14 rêyên din didomînin.

Her wiha, yekitî 3 torên kanalîzasyonê yên bajêr bi dirêjiya 6 kîlometreyan sererast dike.

Hêjayî bibîrixstinê ye ku Yekitiya Şaredariyan a kantonê ji bo pêşxistina rewşa ava vexwarinê, 7 hezar û 500 metre ji torên ava vexwarinê yên kevin bi yên nû guhartin.

(mh)

ANHA