Rêveberiya Xweser 3 navend ji bo wergirtina pembo amade kirine

Saziya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ew ê tevahî berhema pembo ya herêmê ji cotkaran bikire. Armanc ji vê yekê pêşîgirtina li keysbaziya bazirganan e. Tê pêşbînkirin ku hilberîna îsal dê ji 75 heta 100 hezar ton be.

Rêveberiya Xweser 3 navend ji bo wergirtina pembo amade kirine
1 cotmeh, 2024   07:10
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ê her tonek pembo bi 600 dolarên Amerîkî ji cotkaran bikire.

Ev biha piştî rêzecivînên bi Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser re hat diyarkirin. Di rêzecivînan de girîngî hat dayîn ku bihayê kirîna pembo li gorî lêçûna çandinê guncaw be û qezencek baş ji cotkaran re were hiştin.

Saziyê her wiha ragihand ku ew ê ji roja sêşemê (1'ê Cotmehê) li hersê navendên xwe yên herêmê dest bi wergirtina berhema pembo bike.

Girêdayî wê, hevserokê saziyê Mustefa Îbrahîm ji ajansa me re diyar kir ku ew navend wiha ne: Navenda Mehlecê ya Hesekê, navenda Pembo ya Reqayê û navenda Dêrazorê.

ʹPÊŞÎGIRTINA LI KEYSBAZIYÊʹ

Rêveberiya Xweser di 14'ê Nîsana borî de ragihandibû ku ew ê berhema salê ya pembo ji cotkaran bikire, berovajî sala 2023'yan ku wê demê Rêveberiya Xweser bihayê firotina pembo diyar kir lê belê wê ji cotkaran nekirî.

Di wê salê de (2023) bazirganan cotkar xapandin û her tonek pembû bi 420 dolar kirîn. Ji ber wê jî Rêveberiya Xweser ji bo ku zirara cotkaran dubare nebe, biryar da ku ew ê berhemê ji wan bikire.

ʹMÎQDARA HILBERÎNA KU TÊ TEXMÎNKIRINʹ

Îbrahîm da zanîn ku ew hersê navend têrê dikin ku teشvahî berhemê wergirin û tê texmînkirin ku hilberîna îsal ji 75 heta 100 hezar ton be.

ʹÇI JI COTKARAN TÊ XWESTIN?ʹ

Îbrahîm diyar kir ku divê cotkar ji Yekîneya Şêwirê ya herêmê belgeyê bi dest bixe û li gorî wê berhema xwe ya pembo bifiroşe.

Her wiha 2 kopiyên nasnameyê, 2 wêneyên kesane yên ajokarê erebeya barhilgir a ku pembo bar kiriye ji bo tomarkirina navê xwe di dorê de, pêwist in.

ʹBIKARANÎNA BERHEMÊʹ

Îbrahîm der barê makanîzmaya bikaranîna berhema wergirtî de diyar kir ku pêşî pembo dê ji bo mehleca Hesekê were şandin û li wir were vepincirandin. Piştre pêdiviyên kargeha tekstîlê (xezil û nesîc) were veqetandin û berhema mayî jî bi rêya Rêveberiya Xweser ji bo sûkên derve were derxistin.

(mh)

ANHA