'Jineolojî bi her şêweyan li dijî zayendperestiyê yeʹ

Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên jineolojiyê têkoşîna dijî hemû cûreyên zayendperestiyê ye.

'Jineolojî bi her şêweyan li dijî zayendperestiyê yeʹ
1 cotmeh, 2024   04:10
HESEKÊ

Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya kantonên Tebqayê, Efrîn û Şehbayê ji ajansa me re behsa xebatên jineolojiyê yên di çarçoveya guhartina hişmendiya baviksalariyêû belavkirina fikra demokratîk a azad de, axivîn.

Rêvebera Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Hemîde Xidro diyar kir ku zanista jineolojî ya ku Rêber Abdullah Ocalan saz kiriye bi her şêweyan li hemberî hemû cûreyên zayendperestiyê ye û îdeolojiya rizgarkirina jinan belav dike û pêş dixe.

Hemîde Xidro destnîşan kir ku Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê lêkolînên kûr ên zanistî li ser bingeha pirsgirêkên civakî pêk tîne û çareseriyên guncaw jê re pêşniyar dike. Her wiha navend perwerdeyên girtî û vekirî ji zilam û jinan re vedike. Armanc ji perwerdeyan ew e ku ew hişmendiya ku jinan biçûk dike ji holê rabe û têkoşîna dijî hemû cûreyên zayendperestiyê were kirin.

Hemîde Xidro wiha domand: "Jineolojî nêrîn û prensîbên nûjen ên dîtina cewhera zanista civakî ye. Jineolojî hemû dozên civak, siyasî, aborî, çandî û xweparastinê nîqaş dike û zanistên civakî ji ber paşguhkirina pêşxistina zanistên girêdayî jinan, rexne dike."

Hemîde Xidro diyar kir ku lêkolîn û perwerdeyên ku Jineolojî pêşkêş dike, bandoreke erênî ya mezin li civakê dike û got: "Em hîn di destpêkê de ne, rêya me dirêj e."

Berdevka Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya kantona Tebqayê Mariya Mûsa diyar kir ku jineolojî li dijî pergaleke baviksalarî ku hebûna jinan înkar kiriye û jin reş kirine, tê dikoşe û got: "Hin astengiyên wek girêdana bi hişmendiya kevin ve û bawernekirin hene. Li kêlek wê jî hin rêxistin derdikevin ku jinan biçûk dikin."

Mariya Mûsa destnîşan kir ku ev astengî bi rêya diyalog, nîqaşên berfireh, perwerde, atolye, panel û konferansên li ser zanista jineolojî, girîngiya wê û rola wê di civakê de, tên derbaskirin.

(mh)

ANHA