Yekîneyek artêşê desthilatdariya Madagaskarê bi dest xist

Piştî dengdana parlamentoyê li ser dûrxistina serok Andry Rajoelina bi tawana nepêkanîna erkên xwe, yekîneyek artêşa Madagaskarê ragihand ku desthilatdarî bi dest xist.

Yekîneyek artêşê desthilatdariya Madagaskarê bi dest xist
14 cotmeh, 2025   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyek ji artêşa Madagaskarê îro ragihand ku wê desthilata welat bi dest xistiye. Ev yek piştî parlamentoyê li ser dûristina serokê Andry Rajoelina bi tawana kêmasiya di pêkanîna erkên xwe de, deng da, pêk hat.

Serbaz û fermandarê yekîneyê ku bi navê CABSAT tê naskirin Michael Randirinyarina ji AFPˊê re "Me desthilatî girtiye destê xwe."

Ji çend hefteyan ve li Madagaskarê krîzeke siyasî heye, digel wê Rajoelina bi nepêkanîna erkên xwe hat tawanbarkirin.

(fr)