Şêniyên Amûdê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e

Şêniyên Amûdê diyar kir ku divê dewleta Tirk gavên cidî ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî biavêje. Şêniyan got "Azadiya Rêber Apo daxwazeke gel e û em ê heta ku ew bigihêje azadiyê çalakiyên xwe bidomînin.”

Şêniyên Amûdê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e
15 cotmeh, 2025   02:35
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên bajarê Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku dewleta Tirk pêkanîna biryara mafê hêviyê dereng dixe.

Ebdulrehman Şihada got gelên herêmê bi salan e azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin ku 26 sal e li Girava Îmraliyê tê girtin û wiha axivî: "Her çend Yekitiya Ewropayê mafê wî yê hêviyê nas kiribe jî, Tirkiye bicîhanîna vî mafî paşguh dike û dereng dixe. Ev êdî nayê qebûlkirin. Em ê êdî vê paşdexistinê tehemûl nekin."

Şihada da zanîn ku gelê herêmê dê her li qadan be û çalakiyên berdewam bike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Beyan Hac Yunis diyar kir ku divê mafê hêviyê were dayîn û got: "Rêberê me bi salan e li Îmraliyê girtî ye, dem hatiye ku ew azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Em hêvî dikin ku biryara mafê hêviyê ku divê 2 sal berê bihata pêkanîn, were bicîhanîn.”

Beyan her wiha xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re li derveyî girtîgehê anî ziman û diyar kir ku daxwaza azadiyê "ne daxwazek takekesî ye, lê daxwaza tevahiya gel e.”

Salih Abdullah jî got daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza hemû pêkhate û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha lê zêde kir: "Em neteweyeke demokratîk in û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan me hemûyan dike yek. Em ji ber dilsoziya xwe ya bi wî re azadiya wî ya fîzîkî dixwazin, ji ber ku ew bi îdeolojî û felsefeya xwe di nava me de dijî."

Di dawiya axaftina xwe de Abdullah diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

(k)

ANHA