Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin

Şaredariya Gel a bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê li rûbera 40 donimî, hat nîqaşkirin.

Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin
Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin
Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin
Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin
Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin
Li Tebqayê projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hate nîqaşkirin
14 cotmeh, 2025   18:13
TEBQA

Şaredariya Gel a Mensûra ya kantona Tebqayê, civînek bi pîşesazên bajêr re li dar xist. Di civînê de projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê hat nîqaşkirin. Civîn li ser bingeha hewlên ji bo birêxistinkirina xebata pîşesaziyê li herêmê û peydakirina jîngehek guncaw ji pîşesazan ku beşa pîşesaziya xwecihî were xurtkirin, hat lidarxistin.

Civîn li avahiya Şaredariya Gel a Mensûrayê pêk hat û hejmarek ji pîşesazên Mensûrayê û gundên derdora wê amade bûn. Di civînê de diyagrama destpêkê ya endazyariyê ya Bajarê Pîşesaziyê hat pêşkêşkirin. Wê piştre li gorî pêşniyarên pîşesaz û hewcedariyên wan dikare were guhertin.

Beşdaran hin pêşniyarên der barê şêweya avahîsaziyê û xizmetguzariyê kirin û wiha ne:

Pejirandina dîzayna endazyariyê ya nûjen ji bo avahiyê yan jî avakirina dikanên pîşesaziyê weke sendoqeke vekirî.

Avakirina çerxerêyekê li ser rêya sereke ya giştî, ji bo hêsankirina gihîştina Bajarê Pîşesaziyê.

Dabînkirina kehrebeya xizmetê bi awayekî birêxistinkirî û mayînde ji bo Bajarê Pîşesaziyê.

Yekkirina dikanan ji hêla kêmberî û dirêjahiyê ve, di heman demê de mesafeyên wekhev di navbera her dikanekê de werin parastin.

Serbanê her dikanekê ji bo veberhêneriya pîşesaz hebe ku sûd di aliyên xebatê yan jî pêşxistina projeyên xwe de wergire.

Şaredariya Gel diyar kir ku ew ê van hemû pêşniyaran di ber çavan re bigire, guhertinên guncaw di diyagrama dawî ya endazyariyê de bi cih bike. Çaverê ye diyargram piştî 15 rojan ji pîşesazan re were pêşkêşkirin.

Der barê pêvajoya dabeşkirinê de, şaredariyê diyar kir ku dikanên pîşesaziyê wê di mezada giştî de werin pêşkêş kirin, ji bo her dikanekê bihayek destpêkê wê were destnîşankirin. Piştre wê ji hêla pîşesazan ve biha were zêdekirin heta ku bigihîne ya dawî û li gorî wê tê firotan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Bajarê Pîşesaziyê wê li aliyê bakurê rojavayê bajarê Menûsa li erdê milkiyeta wê ya şaredariyê ye û rûbera wê nêzî 40 donim e, were avakirin.

Di qonaxa yekemîn a projeyê de wiha 60 dikan werin avakirin, lê hejmar dikare heta 100 dikanî jî di pêşerojê de zêde bibe.

Şaredariya Mansûrayê hîna ji bo destpêkirina projeyê dem destnîşan nekiriye.

(ac/fr)

ANHA