Xwendekarekî zanîngehê li Çînê dijî bi vîdyoyekê piştgirî da YPJˊê

Xwendekarekî zanîngehê yê bi navê Mistana ku li Çînê dijî bi vîdyoyekê piştgirî da YPJˊê û got, " Ez ji we re hêz û serkeftina berdewam di kampanyaya we de dixwazim."

Xwendekarekî zanîngehê li Çînê dijî bi vîdyoyekê piştgirî da YPJˊê
5 gulan, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarekî zanîngehê yê bi navê Mistana ku li Çînê dijî bi vîdyoyekê piştgirî da Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) .

Peyama xwendekar wiha ye: "Ez xwendewanek zanîngehê me û li Çînê dijîm. Ez ne girêdayî tu tevger an rêxistinekê me. Min ev vîdyo çêkir û bi awayekî şexsî piştgiriya xwe ji bo doza we pêşkêş dikim. Der barê muzîka paşîn a di vîdyoyê de: ew straneke bi zimanê Çînî ye ku navê wê 战狐 (Roviyê Şer) e. Ev di sala 2015’an de ji hêla “YuLi” ve hatiye çêkirin. Ew di destpêkê de ji bo piştgiriya YPJˊê hatiye nivîsandin. Bi rastî min ji xebata we îlham girtiye û kêfxweşiyeke mezin dide min ku ez dizanim vîdyoya min dikare bibe alîkar ku hevgirtina gerdûnî ya li pişt doza we were ragihandin. Ji kerema xwe van hûrguliyan bi mirovên li wir re parve bikin, da ku ew bizanin ku piştgirên wan ji çar aliyên cîhanê hene. Ez ji we re hêz û serkeftina berdewam di kampanyaya we de dixwazim."

(fr)