Hegseth: Li gel şer jî li Hurmuzê agirbest berdewam e

Wezîrê Şer ê DYAˊyê Pete Hegesth di civîneke çapemeniyê ya li Pantagonê de ragihand ku tevî aloziya bi Îranê re berdewam dike jî lê agirbest didome.

Hegseth: Li gel şer jî li Hurmuzê agirbest berdewam e
5 gulan, 2026   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Şer yê DYA’yê Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê de ku li Pentagonê hat lidarxistin, ragihand ku tevî aloziya bi Îranê re berdewam dike jî agirbest didome. Hegseth diyar kir ku DYA li Tengava Hurmuzê ji bo keştiyên bazirganiyê derbasbûneke ewle peyda dike û bi sedan keştî ji bo derbasbûnê li bendê ne.

Hegseth destnîşan kir ku DYA hewl dide kontrola Îranê ya li ser tengavê bişkîne û da zanîn ku deryavaniya Amerîkayê li herêmê belemên piçûk ên Îranê bêbandor kirine, her wiha mûşek û amûrên hewayî yên bêmirov (AHB) asteng kirine. Ev operasyon di çarçoveya “Project Freedom” de ku ji aliyê Donald Trump ve hatiye destpêkirin, tên meşandin.

Serokê Serkaniya Giştî ya DYA’yê Dan Caine jî eşkere kir ku ji 7’ê Avrêlê û vir ve, ango ji dema ragihandina agirbestê ve, Îranê 9 caran êrişî keştiyên bazirganiyê kiriye û dest daniye ser du keştiyên konteyneran.

Caine diyar kir ku Îranê zêdetirî 10 caran êrişî hêzên DYA’yê jî kiriye, lê ev çalakî ne di wê astê de ne ku “şereke mezin ji nû ve bidin destpêkirin.”

Hegseth bi gotina: “Agirbest xira nebûye. DYA bi biryardarî berjewendiyên xwe diparêze” destnîşan kir ku di rewşa tundbûna rageşiyê de biryara dawî xwemalî seroke.

Hate balkişandin ku şer li Tengava Hurmizê ya ku ji bo dabînkirina enerjiya gerdûnî xwedî girîngiyeke krîtîke giran bûne.

Hate bibîrxistin ku beriya şer, nêzîkî pêncyeka veguheztina neft û gaza xwezayî ya şilekirî (LNG) ya cîhanê di vê xetê re derbas dibû. Her wisa hate ragihandin ku DYA dorpêçkirina deryayî ya li ser Îranê berdewam dike.