Malbatên dîlgirtiyan: Em di zûtirîn demê de zarokên xwe dixwazin

Malbatên dîlgirtiyan destnîşan kir ku zarokên wan ji bo parastina axa xwe tê koşîne û hatin dîlgirtin û got “Em di zûtirîn demê de zarokên xwe dixwazin.”

Malbatên dîlgirtiyan: Em di zûtirîn demê de zarokên xwe dixwazin
6 gulan, 2026   04:50
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Malbatên dîlgirtiyan ên ji Kobanê ji bo daxwaza berdana dilgirtiyên xwe yên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine ragirtin, ji ajansa me re axivîn.

Xedîce Hec Mistefa anî ziman ku hevjînê wê li ser rêka di navbera Hesekê û Reqayê de hatibû dîlgirtin û wiha got: “Ev 4 meh e hevjînê min ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye dîlgirtin. Ez nixwazin hevjînê min li kure, ne dizanim saxe an miriye. Em dixwazin hemû esîrên me werin berdan û bi her kes vegerin nav malên xwe û zarokên xwe. Tevî hevpeymanên di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de hate pêkanîn, çima heta niha hikumeta demkî esîran bi giştî bernade? Daxwaza me ji hikumeta demkî ew e ku hemû esîran berdin.”

Şemsê Xidir Seîd destnîşan kir ku kurê wê di dema şer de hate dîlgirtin û wiha pê de çû: “Em zarokên xwe dixwazin. Em wek dayikên Kobanê, tenê daxwaza me ku zarokên me werin malên xwe û hemû kes vegera nav hembêza dayîka xwe. Em wek dayik êdî sebra me nemaye, em berdana zarokên xwe dixwazin di zûtirîn demê de.”

Xewla Îbrahîm jî anî ziman ku hevjînê wê dîlgirtî ye û wiha got: "Em dixwazin hemû esîrên me werin berdan. Ji ber ku ev demeke dirêj e ew dîlgirtî ye, êdî em nema sebir dikin, bila hikumeta demkî hemû esîran berde. Bila her kes dengê me bibihîze û bi êşa me bihesin. Ji ber ku ev esîrên me yên ku niha li gel hikumeta demkî dîlgirtiye, wan ji bo çekên xwe hildabûn û parastina axa xwe û gelê xwe dikirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bila hemû dîlgirtiyan berdin ji bo ku her kes vegere nav malên xwe û zarokên xwe.”

Melek Ebdo Hemê anî ziman ku ew bi roj û şev li benda birayê xwe ye û wiha got: “Ev demeke dirêj e em li benda birayê xwe ne, ma êdî ne bes e? Em nikarin êdî bendewariyê tehmûl bikin. Em dixwazin hemû esîr vegerin malên xwe û birayê min jî vegere."

ANHA