Xwendekar û mamosteyên zanîngehan: Em sînordarkirina zimanê kurdî red dikin

Li Kobanê û Hesekê mamoste û xwendekaran diyar kir ku ew qebûl nakin ku zimanê wan bê sînordarkirin û got “Piştî 14 salan ku me bi kurdî xwend, em niha bi erebî naxwînin.”

1 îlon, 2026   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Mamoste û xwendekarên bajarên Kobanê û Hesekê li hember biryara Wezarete Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çalakî li dar xistin.

HESEKÊ

Xwendekaran li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Hesekê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de daxuyaniyek bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Mihemed Hesen û Jiyan Meo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Me di tevahiya jiyana xwe de û di nava van 14 salên borî de, tu dibistaneke din nas nekiriye ji bilî wan dibistanên ku deriyên zanistê bi zimanê me yê dayikê li pêşiya me vekirin.

Ev biryara ji nişkê ve, me dixe nav zehmetiyên pir mezin ku tu gunehê me tê de nîn e.

Ji ber vê yekê, em wek xwendekarên îro û pêşerojê, daxwazê ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dikin ku di cih de li vê biryarê vegere û guh bide dengê me yê zarok û ciwanan û rê bide me ku em xwendina xwe di hemû materyalên zanistî û wêjeyî de bi zimanê xwe berdewam bikin ku aramiya me ya derûnî, zanistî û serkeftina me garantî dike.”

KOBANÊ

Li Kobanê jî mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê mamosteyên zanîngehê Aras Hiso û Jiyan Osman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Zanîngeh û qadên zimanî dibînin ku ev gav ne bi tenê kêmkirina hejmareke dersan e; dikare bibe guhertinek di kar û peywira zimanê kurdî di nav perwerdeyê de. Ji ber ku di van salên borî de ezmûneke perwerdeyê hatiye avakirin ku zimanê kurdî wek zimanê bingehîn ê hînkirinê hatiye bikaranîn û di pêşxistina dersnameyan, materyalên perwerdeyê, mamosteyan û termînolojiya zanisti de gavên girîng hatine avakirin.

Di zêdetirî deh salên borî de, bikaranîna zimanê kurdî tenê bi hînkirina ziman, wêje û zanistan re sînordar nebûye; belkî gihîştiye zanistên rast, matematîk, mijarên pratîk û qadên cuda yên zanînê. Ev ezmûn alîkar e ku zimanê kurdî wek zimanekî perwerdeyê, zanînê û lêkolîna zanistî were pêşxistin, ne bi tenê wek mijareke dersê.

Li ser vê bingehê, Zanîngeha Kobaniyê bang li aliyên peywendîdar dike ku biryara kêmkirina dersên zimanê kurdî ji nû ve binirxînin û berî guhertina rêça perwerdeyê ya heyî, lêkolîneke akademîk, perwerdekarî û sosyolînguîstîk a berfireh pêk bînin. Her wiha bang dike ku zanîngeh, lêkolîner û pisporên ziman, perwerdeyê û dersnameyan di amadekirina her dîtina nû ya der barê pêşeroja zimanê hînkirinê de werin tevlêkirin.

Zanîngeha Kobaniyê bawer e ku pêşxistina perwerdeyê ne bi paşveçûna ji destkeftiyên ku hatine bidestxistin, lê bi avakirina li ser wan û pêşxistina wan pêk tê. Parastina perwerdeyê bi zimanê dayikê, li gel xurtkirina hînbûna zimanên din, bingeha pergaleke perwerdeyê ya pirzimanî, hevseng û domdar e.”