Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir

Şêniyên Til Temirê û gundên derdora wê li nêzîkî gundê Şûniyê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza rakirina rafîneriyên petrolê yên kevn kir.

Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
Şêniyên Til Temirê daxwaza rakirina rafîneriyên kevn kir
1 îlon, 2026   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Til Temirê û gundên wê îro li nêzîkî gundê Şûniyê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza rakirina rafîneriyên (heraqe) li seranserê herêmê belav bûne û bidawîanîna qirêjî û zirara wan a li jîngeh û tenduristiyê kir.

Xwepêşanderan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku destwerdanê bikin û tavilê tedbîran bigirin da ku xebitandina van rafîneriyan rawestînin.

Xwepêşanderan destnîşan kir ku berdewamiya xebitandina wan bi rêbazên kevnar dibe sedema derketina dû, bêhn û qirêjiyê li herêmê.

(k)

ANHA