Xwendekar: Em ê ji bilî zimanê dayikê bi tu zimanekî din nexwînin

Xwendekarên li Dêrikê diyar kir ku ew bi salan e bi zimanê xwe yê dayikê perwerde û mezin bûne û nerazîbûna xwe ji ber kêmkirina dersên zimanê kurdî li dibistanan an jî ferzkirina rêbazên xwendinê yên cuda nîşan dan.

Xwendekar: Em ê ji bilî zimanê dayikê bi tu zimanekî din nexwînin
31 cotmeh, 2026   02:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Bertekên li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku dersên zimanê kurdî li dibistanan tenê bi 3 dersan di hefteyê de sînordar kir, berdewam dikin.

Xwendekarên ji bajarê Dêrikê der bare mijarê de ji ajansa me re axivîn. Xwendekara bi navê Lilav Hecî nerazîbûna xwe ya li hember biryara Wezareta Perwerdeyê nîşan da û diyar kir ku daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî bingehîn ê rewa ye.

Lîlavê got: "Em ne li dijî zimanê erebî ne, lê divê em bi kurdî berdewam bikin. Min 8 salan bi vî zimanî xwend, ji ber vê yekê piştî ku bernameya xwendinê bi tevahî hate guhertin ez ê çi fêr bibim? "

Xwendekara bi navê Ronak Mihemed pabendbûna xwe ya bi mafên xwe yên perwerde û ziman anî ziman û got: "Ez mafê xwe dixwazim ku bi zimanê kurdî fêr bibim. Em wek gelê Kurd, van biryarên li dijî me hatine dayîn red dikin û em ê tu destdirêjiyê li ser zimanê xwe qebûl nekin. "

Xwendekara bi navê Hind Mihemed diyar kir ku niha nikare bernameya xwendinê bi zimanekî din fêm bike û banga rêzgirtina mafê wan ê fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê kir. Hindê got: "Ez zimanê xwe dixwazim. Ez nikarim bi zimanekî din bixwînim. Divê em bi zimanê xwe yê dayikê kurdî fêr bibin û perwerde bibin, ne bi zimanekî din. "

Xwendekara bi navê Viyan Hecî bal kişand ser dijwariya guhertina zimanan û got: "8 sal e ez bi zimanê kurdî fêr dibim û perwerde dibim û ez dixwazim perwerdeya xwe bi wî zimanî bidomînim. Mecbûrkirina xwendina bi zimanê erebî nayê qebûlkirin û em ê ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi tu zimanekî din nexwînin.”

(k)

ANHA