xwediyên bîrên avdanê bi tîmên agirkujiyê re dibin alîkar

Çinîna Demsalê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Ji bo Parastinê Tîmên agirkujiyê ji birê avdanê yên cotkaran digirin û şewatê vedimirînin.

17 hezîran, 2026   07:42
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Xwediyê bîra avdanê Ebdulkerîm Merî yê ji gundê Elaqos ê Çilaxayê ji ajansa me re axivî. Merî got wan 3 bîrên avdanê xistina ber xizmeta tîmên agirkujiyê û wiha lê zêde kir: "Min û zarokên birayê min, me bîrên xwe yên çandiniyê xistine ber xizmeta tîmên agirkujiyê. 

Li hinek herêmên dûrî navendên awarte zevî dişewitin. Em bi tîmên agirkujiyê yên Çilaxayê re dibin alîkar ji bo dereng nemînin û zû agir vemirînin. Ji me hemûyan tê xwestin em di mewsimê de berpirsyar nêz bibin û zeviyan ji şewatê biparêzin. Bîrên me yên çandiniyê 24 saetan di bin xizmeta parastina mewsim de ne."

Merî agahî da ku bîrên wan li bakurê stasyona Elaqosê ne û wan hejmarên xwe belav kirine û her tim ew amade ne ku bibin alîkar.

Di dawiyê de Merî hêvî kir her kes bibe alîkar û wiha bang kir: "Ji cotkar, şênî û saziyên xizmetguzariyê tê xwestin mewsimê biparêzin. Ez bi hêvî me hemû xwediyên bîran bi tîmên agirkujiyê re bibin alîkar û avê bidin wan."

Di mewsimê de her tim metirsî hene ku şewat derkeve, civak jî bi hev re dibe alîkar da ku zevî neşewitin.

(np)

ANHA