Erebo: Pirsgirêkên herêmî yekitiya Kurdan ferz dikin

Siyasetmedar Ebdulîlah Erebo diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin bandoreke mezin li ser gelê Kurd dikin.

Erebo: Pirsgirêkên herêmî yekitiya Kurdan ferz dikin
17 hezîran, 2026   03:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Siyasetmedar Ebdulîlah Erebo pêşveçûnên li Rojhilata Navîn diqewimin, ji ajansa me re nirxandin û wiha got: "Li Rojhilata Navîn bûyer rojane diqewimin. Ev bûyer bandorê li tevahî dewletên herêmê û gelê Kurd dikin. Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de bandorê li herêmê dike. Amerîka û Îsraîl plansaziyên wan ji bo herêma Rojhilata Navîn hene û dixwazin pêk bînin. Ev yek dibe sedema ku pevçûnekî îdelojî û siyasî yê gur derkeve."

Ji bo gelê Kurd jî Erebo wiha axivî: "Fransa, hikumeta demkî ya Sûriyeyê, Îsraîl û Tirkiyê li ser hesabê gelê Kurd li hev kir. Hewl dan hêzên leşkerî û siyasî yên Kurdan têk bibin û destdirêjî li deskeftiyên wan bikin. Bi taybet Tirkiye li pişt vê lihevkirine bû û êrişî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir."

Erebo anî ziman ku yekitî bingeh e û wiha pê de çû: “Heke yekitiya gelê Kurd çêbe dê kesek nekare wan. Dema hikumeta demkî û êlên herêmê êriş kirin gelê Kurd bûn xwedî yekhelwest. Gelê Kurd li Ewropa û tevahiya Kurdistanê piştgiriya Rojava kir. Bi yekhelwestiyê gelek krîz derbas kirin. Bi êrişê re dixwestin dawî li hebûna gelê Kurd bînin, koçber bikin û neteweyên dîtir li şûna wan bi cih bikin."

Siyasetmedar Ebdulîlah Erebo di dawiya axaftina xwe de banga yekitiya Kurdan kir û got: "Pêdiviya gelê Kurd bi yekitiyê heye. Ez bang li tevger û partiyên siyasî dikim ji nû ve nîqaş bikin, nêzî gel bibin û fikrên gel fêm bikin."

(np)

ANHA