Rayedarekî Îranê: Heke DYA zextê kêm bike em amade ne Hurmuzê vekin

Rayedarekî îranî ji Reutersê re da zanîn ku heke DYA zexta leşkerî kêm bike û ambargoya li ser benderan rake, Tehran dikare di heyama 7 rojan de Tengava Hurmuzê veke.

Rayedarekî Îranê: Heke DYA zextê kêm bike em amade ne Hurmuzê vekin
22 îlon, 2026   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsyarekî mezin ê Îranê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zexta leşkerî kêm kir û ambargoya li ser benderê Îranê rake ew ê di heyama 7 rojan de, Îran dikare careke din Tengava Hurmuzê veke.

Rayedar da zanîn ku şandeya Îranê ya ku cihê xwe di civînên Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê de girtiye, dikare pêvajoya dîplomasî ya bi DYA’yê re vejîne.

(sb)