'Xewn û  xeyala me dîtina Rêber Apo ye’

Jinan diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye daxwazeke sereke û got heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe, têkoşîna jinan dê berdewam be.

'Xewn û  xeyala me dîtina Rêber Apo ye’
22 hezîran, 2025   03:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku destpêka Hezîranê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ve hatiye destpêkirin. Têkildarî vê yekê jinan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Koçbera ji Efrînê Gulê Mihemed wiha got: “Em kar û xebatên xwe li ser fikir û Rêber Abdullah Ocalan didin meşandin. Hesreta dilê min ku ez Rêber Abdullah Ocalan bibinim. Xewn û xeyalanên ên zaroktî heya îro ku ez Rêber Abdullah Ocalan bibin.”

Gulê diyar kir ku hemû dayik li benda dîtina Rêber Abdullah Ocalan in û wiha axaftina xwe domand: "Em li benda vê rojê ne ku Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe. Felsefeya Rêber Apo ji bo jinan bûye ronahî."

Şêniya ji Hesekê Şêrîn Ebas jî diyar kir ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bû û wiha got: "Bi vê bangê re divê tevahî jin rola xwe bilizin ji bo azadiya fizîka ya Rêber Abdullah Ocalan. Her wiha em jî weke jin dixwazin tevlî pêngava navneteweyî ya bi dirûşma‛Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’ bibin. Em ê ji bo Rêber Abdullah Ocalan her tim li qadan bin. Azadiya Rêbertî azadiya jinan û tevahiya gelan e, lewma dîtina wî ji me re xewnek ku em hewl didin pêk bînin. Ji kêliya dîlgirtina wî û heya îro daxwazên me yên azadiya wî nesekinîne."

Sewsî Serkîs jî ya Ermenî jî got xew û xeyala jinan dîtina Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: "Hemleya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma ‛Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim‛ em jî wek jinên Ermen tev li vê pêngavê dibin û dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Dîtina Rêber Abdullah Ocalan hesreteke di dilê me de ye. Ji bo azadiya wî pêk were çi ji me were xwestin em ê bikin. Azdiya Rêber Apo azadiya jinan e. Bila jin ji bo Rêber Apo her tim li ser pêyan bin."

ANHA