Hêzên Ewlekariya Hundirîn: DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin dike

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin xwe ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û endamên nû, zarok jî di nav de, tev li refên xwe bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin dike
22 hezîran, 2025   02:35
DÊRAZORÊ
UDEY EL EBDELA

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê kantona Dêrezorê Mehmûd El Xelûf ragihand ku alozî û pevçûnên herêmî yên di navbera hêzên mezin ên Rojhilata Navîn de rê li ber vejîna çeteyên DAIŞ'ê li herêmê, bi taybet li Dêrazorê, vedike. Her wiha diyar kir ku wan hin tebîr girtine ku rê li ber vegera DAIŞ`ê bigirin. 

Mehmûd El Xelûf ji ANHA’yê re diyar kir ku herêma çolistan a berfireh û nebûna çavdêriya ewlekariyê li hin deverên Sûriyeyê, bi taybetî li rojavayê Firatê, bûye jîngeh û derfetek ku "rêxistinên tundrew dîsa li wir çalak bibin", bi taybetî jî çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha destnîşan kir: "Valahiya ewlekariyê ya ku ji ber rûxandina rejîmê çêbûye û nebûna hêzên leşkerî yên rêxistinkirî bûye sedem ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bi serbestî li wan herêman tev bigerin.”

El Xelûf da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya Koalîsyona Navnetewyî, di nava 4 mehên borî de çend operasyonên ewlekariyê li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Dêrazorê pêk anîne. Di encama wan operasyonan de gelek endam û serçete hatin girtin, wekî Hemûd Ebdullah El Xetîb bi nasnav "Ebû Zekerî" û Xalid Merbed Ubêd bi nasnav "Ebû Omer".

Her wiha El Xelûf aşkera kir ku piştî lêpirsîna çeteyên girtî derketiye holê ku çeteyên DAIŞ`ê kar dikin ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û endamên nû, bi taybet zarokan, tev li refên xwe bikin, da ku wan di êrişên li dijî hêzên ewlekariyê û sivîlan de bi kar bînin û aramiya herêmê têk bibin.

Têkildarî tedbîrên ku hatine girtin jî, El Xelûf diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bendên kontrolê xurt kirine û dewriyeyên xwe zêde kirine ku bi şev û roj li herêmê digerin, her wiha çavdêriya li deriyên sînor jî xurt kirine.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd El Xelûf di dawiya axaftinên xwe de bang li şêniyên Dêrazorê kir ku hevkariyê bi hêzên wan re bikin û der barê tevgerên gumanbar de wan agahdar bikirn. El Xelûf got: "Ewlekarî berpirsyariyeke giştî ye û hevgirtina civakê xeta yekem a parastinê ya li dijî terorîzmê ye.”

(k)

ANHA