Li Şam û Hemayê xwepêşandan; aqûbeta winda û girtiyên me aşkera bikin
Li taxên Şamê û Hemayê bi dehan malbatên zarokên xwe winda û girtî ne xwepêşandan li dar xistin. Di xwepêşandanan de malbatan daxwaza diyarkirina aqûbeta zarokên xwe yên winda û girtî kir.

Li taxa Rikin El Dîn a Şamê malbatan li dijî berdewamkirina nediyarkirina aqûbeta zarokên xwe yên winda diruşmên şermezarkirinê bilind kirin û daxwaza aşkerakirina aqûbeta wan kir.
Malbatan hewldana ji nû ve perwerdekirina hin endamên girêdayî rejîma berê (şebîh) û xistina nava saziyên dewletê de şermezar kirin û got ev yek hêrsa gel û birîna wî kûrtir dikin.
Xwepêşandêran diruşma şermezarkirinê li dijî kiryarên girtinê bilind kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li hemayê jî şênî derket qada El Asî û daxwaza berdana girtiyan kir.
Xwepêşandêrên li Hemayê jî daxwaza hesabpirsîna kesên destên wan di kiryarên çewisandin û îşkenceyê de hene kir û diyar kir ku bêyî edalet û hesabpirsînê tu aştiyeke rasteqîn tune ye.
Xwepêşandêrên li her du bajaran got daxwazên wan ne şexsî ne, lê xwestekên bi hezaran malbatên ku li benda naskirina aqûbeta zarokên xwe ne, ku hikumeta vê dosyayê paşguh dike.
(fr)
ANHA