Xelkê Reqa û Tebqayê bang li hêzên navneteweyî kir: Hesab ji dewleta Tirk bixwazin

Xelkê kantonên Reqa û Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê du meşên cuda li dar xistin û piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan da û bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

30 ÇILE, 2025   17:47
REQA

Bi sedan xelkê kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), şêx û rûspiyên eşîran ji bo şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li bajarên Kobanê, Sirîn û Eyn Îsayê kirine, meşek li dar xist.

Şênî ji pêş Parka Hevrîn a başûrê Reqayê tevî hildana wêneyên şehîdên berxwedana Tişrînê kom bûn.

Meş ber bi pira kevn a Reqayê ve dest pê kir.

Li mezreya Kîsra Ferec meş vegerî mîtîngê. Li wir hevsrokê Konfedraliya Civaka Demokratîk cîhad Hesen axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên wê li dijî welatiyan şermzar kirin.

Hesen diyar kir ku ev sûc binpêkirinên aşkera yên qanûnên navneteweyî ne û divê sûcdarên wê werin cezakirin.

Hesen berxwedana bendava Tişrînê û berxwedana lehengên QSDˋê li hember êrişên dagirkeran silav kir.

Her wiha hevseroka Meclisa Gel a taxa Endelus Kewser El Kebi axivî û bi fedakariya şehîdan ev xaka hat rizgarkirin û parastin.

Kewser êrişên li dijî sivîlan li Kobanê, Efrînê û Keramê şermezar kirin.

Meş bi diruşmên "Em hemû QSDˋê ne" bi dawî bû.

TEBQA

Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê meşek girseyî ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker organîze kir.

Di meşê de bi sedan xelkê kantonê, koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn. Meş ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Salis a bajêr bi rê ket.

Di meşê de alên QSDˋê û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr meş vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Sayil axivî û got: "Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. "

El Sayil berxwedana QSDˋê ya li Bendava Tişrînê silav kir û diyar kir ku ew nûnertiya destana têkoşîna gel dike.

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Hefenî jî hovîtî û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji rewşa bêdengiyê derkevin û tedbîrên ji bo sekinandina êrişan pêk bînin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana QSDˋê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

REQA

TEBQA