‘Em li pişt hêzên QSD’ê ne’

Gaziyên şer ên tev li çalakiya berxwedanê ya li Tişrînê bûne gotin, “Em li pişt hêzên QSD’ê ne yên ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di nav berxwedanê de ne.”

‘Em li pişt hêzên QSD’ê ne’
30 ÇILE, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Gaziyên şer ên bi gel re li Bendava Tişrînê di çalakiya berxwedanê de ne bi daxuyaniyekê diyar kir ku heya dilopek xwîn di bedena wan de hebe wê li pişt hêzên QSD’ê bin. 

Daxuyanî ji aliyê endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêber Dirbêsiyê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di van 13 salên Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li tevahiya herêmê dawî li xîlafeta DAIŞ’ê anîn.

Weke tê zanîn berî niha bi du mehan rejîma Baas a bi salan, hilweşiya. Ev di encama têkoşîna gelan û daxwaza wan a azadiyê de pêk hat.

Em bi hêvî bûn ku li Sûriyeyê û herêmê şer bi dawî bibe, lê belê dewleta Tirk a dagirker bi armanca sînorên Mîsaqî Millî û dagirkirinê êrişî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û aramiya herêmê xerab dike.

Weke federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em li pişt hêzên QSD’ê ne yên ku li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Bendava Tişrînê û qadên din di nav berxwedanê de ne.

Heya dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê piştgiriya hêzên xwe bikin û planên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana bendava Tişrînê bi dawî bû.