Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarên wê sersaxî da şervanê QSDˋê şehîd Aras Hemo.

Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
Xelkê Amûdê sersaxî da şehîd Aras Hemo
2 ÇILE, 2025   17:33
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Amûdê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarokê Sunciq Sadûn sersaxî da malbata şervanê QSDˋê şehîd Aras Hemo (Zagros Zap). Şervan Aras Hemo di 21ˋê Kanûnê de di bersivdana êrişên li herêmêa Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê şehîd bû.

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a knatona Cizîrê Zîwar Elî axivî û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji van êrişan qirkirina me û têkbirina şoreşa me ye. Ji lew re em soz didin şehîd û malbatên wan ku rêça wan bişopînin."

Her wiha endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso jî sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Şehîd Aras xwedî dilekî mezin bû û berxwedaneke mezin raber kir."

Ferso teqezî kir ku QSDˋê parastina xak û destkeftiyan dike û got: "Em li kêleka QSDˋê bin."

Endama Kongra Star Mera Zoro axivî û got: "Ev şoreş dê bi ser bikeve û em amade ne teva li hêzên xwe yên leşkerî bin. Em bang li jinan dikin ku tev li şoreşê bin."

Her wiha endamê Meclisa Bajarokê Sunciq Sadûn Kasim Omsan sersaxî da malbata şehîd û got: "Axaftin li hember fedakariyên malbata şehîd aciz in. Ji destpêkê ve ev malbat tev li tevgera azadiya Kurdistanê bûye."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Emar El Qadirî sersaxî da malbata şehîd û got: "Mertebeya şehîdan bilind e û ew nemir in."

Xwişka şehîd, Sema Hemo soza şopandina rêça şehîdan û her du birayên xwe yên şehîd Aras û Zagros da û got: "Em ê li ser xaka xwe bimînin û gavekê jî bi paş de naavêjin. Em bi şehîdên xwe serbilind in."

Merasîm bi xwendina helbestekê li ser şehîd Aras û xwendina wesîqeya şehadetê û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA