Dagirkeran topbaranên ser Til Temir û Zirganê zêde kirin

Hemwextî topbaranên dijî gundewarên Til Temirê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bajarê Zirganê jî topbaran dikin.

Dagirkeran topbaranên ser Til Temir û Zirganê zêde kirin
2 ÇILE, 2025   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xidir El Hesen û Şêx Elî yên gundewarê bakurê bajarê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirkeran topbaranên xwe li dijî kantona Cizîrê fireh kirin. Hemwextî êrişên li dijî Til Temirê, gundê Mişêrfê yê gundewarê bajarê Zirganê jî tê topbarankirin.

(fr)