Ji ber şoka elektrîkê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Ji ber bahoza ku duh li bajarê Holê pêk hatiye, kabloya elektrîkê ket û zarokekî ji ber şoka wê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber şoka elektrîkê zarokekî jiyana xwe ji dest da
24 nîsan, 2025   16:24
HESEKÊ

Duh bahozeke xurt li bajarê Holê û derdora wî hebû, di encamê de kabloyeke elektrîkê ket û zarok Mehmûd Ebid Mihemed (12) ji ber şoka wê jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî malbata qurbanî, ji ber bahoza xurt a li herêmê pirsgirêk di gelek xetên elektrîka bilind de çêbûn, bi wê re yek ji kabloyan ket navbera bajarê Holê û kampa Holê, ku zarok jî li wir dilîstin.

Li gorî malbatê, zarokê wan ji ber şoka kehrebê yekser wefat kir.

Di vê dawiyê de herêmên li başûrê kantona Cizîrê pêla berdewam a bahozên qûmê û hewaya xurt heye û bandoreke yekser li jiyana rojane ya şêniyan dike, rewşên jîngehê û jiyanî yên li herêmê zehmetir dike.

Ev bahoz, ji ber guhertinên avhewa û kêmbûna keskahiya rûerdê ya ji ber kêmbûna barîna baranê ya îsal, pêk tên. Di van çend rojên borî de, ji ber bahozê zirarên mezin bi tûrên elektrîkê û binesaziyan bûne, her wiha zirar gihîştin sebzeyên havînê yên li herêmê jî.

(fr)

ANHA