Xanên taxa Cuma ya Qamişloyê tên veguhastin 

Şaredariya Gel a Qamişloyê îro bi beşdariya nûnerên eşîran, gel, nûnerên Şîrketa BM’yê projeya Xan a li gundê Cermuzê vekir. Dê xanên li taxa Cumayê ya Qamişloyê veguhêzin gundê Cermuzê yê Qamişloyê.

Xanên taxa Cuma ya Qamişloyê tên veguhastin 
Xanên taxa Cuma ya Qamişloyê tên veguhastin 
Xanên taxa Cuma ya Qamişloyê tên veguhastin 
1 îlon, 2026   14:50
QAMIŞLO

Xanên li taxa Cumayê ya Qamişloyê bûbûn sedemê bêzariya şêniyên taxa Cumayê û gelê Qamişloyê. 

Şaredariya Gel a Qamişloyê biryar da ku xanan ji taxê derxe û li gundê Cermuzê yê li ser Rêya M4 bi cih bike.

Îro bi beşdariya nûnerên eşîrên herêmê, gel û nûnerên Şirketa BM’yê merasîma vekirina projeyê pêk hat.

Sponseriya projeyê Şaredariya Gel dike, lê dê Şîrketa BM xebatên veguhastinê pêk bîne.

(bî)

ANHA