Li Siwêdayê şer dîsa dest pê kir

Li rojavayê Siwêdayê piştî çend saetên aramiyê, pevçûnên bi çekên giran û topên hawanê dîsa rû didin.

Li Siwêdayê şer dîsa dest pê kir
1 îlon, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Parêzvanên Neteweyî de li gundewarên li rojavayê Siwêdayê pevçûnan dîsa dest pê kir. 

Li gorî agahiyan li çend eniyên gundewarên Rojava, şer dest pê kiriye û çekên giran û hawan têne bikaranîn.

Duh êvarê li dora gundên Walga, Rîma Hazim, û Tel Hadidê peçûnan dest pê kiribû û heta sibê berdewam kir.

(k)

ANHA